Xwendevanên Kurd yên zanînegehên Rojhilat û kurdperwerî!
Nivîskar: rizgarionline Di: 13.07.2008 Sehet: 01:07
Ji aliyê rizgarionline
Elî Belxkanlû/
Dema ku mirov dikeve nav hewşa zanîngehên Îranê, şaş dimîne ! Çep û
rast, her alîyan ku dinêrî, xwendevan bi kurdî diaxifin, yanê di nêrîna
destpêkê da , mirov dibêje qey ev zanîngehên kurdî ne. Gava ku bi wan
ra diaxifî, mêjîyê mirov lê dibe dew û li tev û li hevîyê serêşê
digire. Di axaftinên wan da hin tiştên balkêş hene û hin tişt jî bixwe
dîyar in: 1- Di beşên zanistên mirovahî wek civaknasî, ramiyarî, maf, rewannasî, perwerdeyî, dîrok, … da li gorî axaftinên berpirsyarên dewletê jî, hejmara xwendevanên kurd ji fars û tirkên azerî jî pirtir e, yanê di hin kilasên dersê da %80 xwendevanan kurd in, lê di beşên têknîkî, fîzîk, matêmatîk,…da hejmara tirkên azerî û farsan pirtir e .
2 - Gava ku bi kurdî ( soranî ) diaxifin, xwedê nîşan nede, ji weşeyên ku dixebitînin piranî farsî ne . Fars û tirkên azerî vê kurdî ya "xwendevanî" têdigihên. Ku tu bi wan ra kurmancî dipeyivî, qet tênagihên û piranî jî, mixabin, hez nakin û hin caran jî dibêjin: kurmancî nêzî bi tirkî ye, yanê nezan nezan di gavekê da dibin zimannas û têorîyan didin ! Xwe ji her kesî sertir dizanin, di kurdperwerîyê da jî tu kesî napejirînin. Ev kurdperwer dibêjin: parêzgeha Îlamê û kirmaşanê ne kurd in çûn ku ew şîî ne !
Yanê cudayîya navbera netewe, ol û dîn jî ji holê radikin. Ev yek, mixabin gelekî kûr û berfireh bûye û gelek kurdên Kirmaşanî û Îlamî hêdî hêdî ber bi fars bûnê çûne.! Ev xwendevanên "kurdperwer" hêjî bi temamî nizanin di kîjan navçeyên Îranê da kurd dijîn; tenê navçe ya xwe dibînin .her dema ku ez xwe wek kurdê Mewkê ( Makû ) didim nasandin devê wan jev dimîne û dibêjin: "Xo kake gîyan, Makû ko turk e". Hê nizanin ku di Selmas, Makû, Xoy, Urmîyê da kurdên kurmanc dijîn .
3- Min li ser hejmara xwendevanên kurd li hemberî tirkên azerî got lê ku çalakîyên wan datînî berhev bi rastî girîyê mirov tê. Tirkên azerî bi eşkereyî di sinîfan da li ser mafên xwe diaxafin, govarên wan zû bi zû tên çap kirn wêne yê gurê gewr "bozkurt" li ser rûpelên govarên wan da eşkere ne, di rojên taybet da dest didin destên hev û bi cidîyet karên xwe dimeşînin heta ku fars jî destên wan tên zarê. Lê xwendevanên kurd, ji bilî hindekan vik û vala navê kurdî li ser xwe dikişînin û di rojên wek "Helebce" da hin bernameyan pêk tînin.
Para ku xwendevan di civakê da dilîzin gelekî girîng e, lê mixabin yên kurd vê yekê nakin. Hêjî di nav wan da navçebazî heye: wek mînak, yên Merîwanê Mihabadîyan napejirînin, evan jî Kirmaşanîyan red dikin û....
Xwendevanê zimanê firensî ( M.A. )
Zanîngeha Têhranê
Li ser kaxezê çap bike
Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 54 car hatiye xwandin.

Pirtûka Danezana Gerdunî ya Mafên Mirov Kurdî û Farsî hat weşandin
Rizgarî Online/ Para mafên mirov di gerdûnê da girîng û mezin e. Rewşa ku îro gelê kurd tê da ye pêwîst dike ku vê mijarê baş tê bigihên. Ew kesên ku mafên xwe baş nas nekin, nikarin baş biparêzin. Em divê mafên xwe bi zimanê xwe biparêzin ne yên dagirkeran.
Rizgarî Online/ Urmîye- Hin ronakbîrên Kurdên Rojhilat di Navenda Ehmedê Xanî de civîyan. Ev civîn ji demjimêr 2- 6 bi beşdarîya xwendevan, mamoste û helbestvanên Kurd pêk hat. Di vê kombûnê da Celal Melekşa, helbestvanê navdarê kirmanşahî, Ezîz Kêyxosrevî jî hebûn. 